Ji Xazzê mûşek hat avêtin axên di bin îşxalê de: 2 siyonistên îşxalker birîndar bûn

Di dema ku di Qesra Spî de peymana îxanetê dihat îmzekirin de ji Xazzê mûşek hat avêtin axên di bin îşxalê de.

Derbarê mijarê de ji ter artêşa qaşo ya siyonîstên îşxalker ve  daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belvkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama mûşekên ku hatin avêtin de 2 îşxalker birîndar bûn.

Endamê Buroya Sîyasî ya Cîhada Îslamî Muhammed el-Hîndî destnîşan kir,  ew ji ber peymana îxaneyê ya ku di navbera Bahreyn, Mîrektîyan Yekbûyî ya Ereban û siyonîstên îşxalker de hat îmzekirin ew mûşek avêtina wan axên di bin îşxalê de.

Hîndî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir: “Di dema ku Trumpê rûreş, Netanyahu û hinek Erebên xwefiroş peymana îxaneyê îmze dikirin, Xazzê helwesta xwe ya di vî warî de bi mûşekan nîşan da.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne