Jin û mêr ji ber dûwê sobê canê xwe ji dest dan

Bereket û Xatîce Ataya ku jin û mêrê hev bûn ji ber dûwê sobê canê xwe ji dest dan.

Bûyer li Taxa Cumhurîyetê ya Êlihê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Bereket û Xatîce Ataya ku jin û mêrê hev bûn êvarî berî ku razin sobeya êzingan pêxistin û dû re razan.

Nasên Bereket û Xatîce Atay ji ber ku xeber ji nasên xwe nestandin xeber dan polêsan. Polêsên ku çûn cihê bûyerê li rasta cesedan hatin.

Hat hînbûn jin û mêr ji ber dûwê sobê canê xwe ji dest dane.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne