Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbûllah (Şehîd Huseyînê Mala Welî) 5

Jiyana Wî a Têkoşînê a Berî Sazkirina Cema’etê

Jiyana Wî a Têkoşînê a Berî Sazkirina Cema’etê

Tevgera wergeran a ku di salên 1960î de destpê kir bû sedemê hişyarî û rabûna Musulmanên di dema fetretê de bûn. Lê belê Musulman hê di derbarê Tevgera Îslamî de gelek li paş bûn. Bi vê tevgera wergeran digel destpêkirina munaqeşeyên pir jî, gelek mijar di nava wan de bi awayekî safî cî negirtibûn. Wê demê li bajarên wek Êlih, Tetwan û Gexteyê (her sê jî wê demê navçe bûn) ev mêjer û kesîftiya ramanî li gor deverên din zêde bû. Van her sê navçeyan li Kurdistanê wek navendên ramanên Îslamî bûn. 

Her pirtûka ku nû dihat weşandin demekî dibû rojev û ji bo muzakere û munaqeşeyên ramanî dibû çavkanî.

Li malan û bi taybetî jî li çayxaneyan, hema hema her roj civîn pêkdihatin; naveroka pirtûkên hatine xwendin dibûn rojev, mercên di nav de ne, tetbîqatên rejimê û rewşa giştî a Musulmanan didanîn ber çavan û li dora mijarên wek: gelo mizgeft, mizgeftên Dirar in an na, li pey melayên mizgefta limêj tê kirin an na, civak civaka cahiliyê ye an na, heger civak cahilî be goştê ku di nav vê civakê de tên serjêkirin tên xwarin an na, în tê kirin an na, memûrtiya di saziyên dewletê de caize an na, dibe ku meriv here leşkeriyê... hwd munaqeşeyên siyasî dihatin kirin. Heya bi wî awayê ku di heman çayxaneyî de carina sê çar kom ji hev cuda dicivîn û di van çarçoveya de munaqeşe û sohbet dikirin.  Di encama vê de, di gelek kesan de êdî fikra tekfîriyetê û dîtina civakê dervî Îslamê bi cî dibû.

Şehîd Rêber, bi sedem hewlên ji bo sazkirina Cema’etekî ku ji alî gelek Musulmanan ve dihatin dayîn û bê encam diman gelek diêşiya. Dema ji wê demê behs dikir bi vî awayî digo: “3–5 kes li malekî diciviyan û ji pêwistiya divê Musulman bibin Cema’et derdiketin rê û biryara sazkirina Cema’etekî didan. Ji navê Cema’etê destpêdikirin û serek, ala û rêziknameya Cema’etê tespît dikirin. Di vê navberê de dema li ser yekî ji van lihevnekirana munaqeşe derdiket û di heman şevî de Cema’et bi dawî bû. An jî li ser her tiştî tifaqê bidestdixistin lê belê dema dibû sibe her tiştî jibîrdikirin.”

Van munaqeşeyan bi tenê di navbera Musulmanan de nediqewimîn. Herî hindik bi qasî Musulmanan, di navbera Musulman û çepgîran de jî diqewimîn. Yên ku hev û din nasdikirin, berî niha heval, ‘eqreba û hogir bûn li malan û bi taybetî jî li çayxaneyan dihatin ba hev û din û baweriyên xwe diparastin da ku yê li hemberî xwe îqana û meğlûb bikin. Musulmanan, wezîfa xwe ya teblîğê a ku bawerî pê dianîn bicihdianîn, çepgîran jî sosyalîzma rêya xilasiyê didêran û felsefeya materyalîst a di bingeha wê de ye digotin û dixwestin wan îqna bikin û ji baweriya Îslamê veqetînin. Di encama van munaqeşeyan de gelek şer diqewimîn. Şehîd Rêber, bixwe jî tevlî gelek ji van munaqeşeyan bibû.

Digel ku di nava derûdoreke van munaqeşeyan pêkdihatin de jî bû Şêhîd Rêber, neketibû îfratê, li komên bi vî awayî baş nenihêrtibû, xettikeke mu’tedil û navîn dêrabû. Di nav Musulmanan de di şûna munaqeşe û tecrîdê de îslah kirina bi rêya xebat û xwedîkirinê neqandibû ji xwe re.

Şehîd Rêber, dema li ‘Enqera dima fe’eliyetên Îslamî dikir. Di heman demî de ji ber ku têkiliya wî a bi Êlihê/ Batmanê re jî zindî bû, dewamî diçû dihat, bilêvkirina wê durust be lingekî wî li Batmanê û lingekî wî li ‘Enqera bû.

Li Batmanê aliyên Îslamî di bin siya MTTBê de civiyabûn. Wê demê li herêmê ciyê ku aliyên Îslamî di bin siya wî de gihabûn hev û tevdigeriyan MTTB bû. Saziyeke legal bû û tevgerê xwe bi awayekî legal pêkdianî. Diçûn komeleyê û dihatin, di suhbet û muzakereyên fikrî de amade dibûn. Komele, ji bo wan ciyê hevdîtin û hevnasînê bû. Şehîd Rêber jî carina diçû Batmanê, li van civîna amade dibû, beşdarî suhbetan û tevlî tevgeran dibû. Di demên ku mekteb te’tîl bûn de diçû wê derê, pirê dema xwe bi xortan re derbas dikir û bi wan re têkildar dibû. Gelek têkilî nîşanê xortan dida. Ji ber vê yekê li Batman û dora wê ji alî Musulmanan ve dihat naskirin û bi aktîfbûn û ğîreta xwe derdikete pêş.

Dema sal gihan dawiya 70yan, di serî de li Batman û Diyarbekir, çepgîran ramanên xwe bi dengekî bilind bilêvdikirin û ji her alî ve bi ser Musulmanan de tezyîqatan zêde dikirin û dixwestin ku wan ji holê rakin. Herêm pêvajoyeke wisa dijiya.  Çepgîrî wê demê gelek di rewacê de bû, lewra îdeolojiya çep weke rêya xilasiya gelan dihate nîşandan û beşek girîng ji xortan di vê baweriyê de bûn. Van fraksiyonên çepgîr ji alîkî ve di nav xwe de şer dikirin, ji alîkî ve jî nedihiştin ku Musulman nefesê bistînin. Di nav neslên ciwan de heya limêj jî qedexe bibû. Ev rewş, Musulmanan gihandibû hev. Bi taybetî li Batmanê, mirov bi peyva gelemperî bi awayê Şerî’etçî û Komonîst bibûn du beş.

Ev rewş û pêvajoya ku herêm ketiyê, gelek li ser Şehîd Rêber bandora wê çêbibû û bibû sedem ku bi awayekî ciddî bikeve lêgerîna saziyeke Îslamî. Rewşa Musulmanên herêmê wî ğemgîn dikir, tevgerên dikirin û saziyên Îslamî yên ku li Tirkiyê hene êdî dilê wî rehet nedikirin. Êdî qene’eta wî ew bû ku karên tên kirin bersiva mercên wê demê nadin. Bi vê sedemê, bêtir êdî diçû Batmanê û bi gelek hevalên xwe yên xwedî hessasiyeta Îslamî re dipeyivî û dixwest ku ji bo saziyeke bi vî awayî bingehekî amade bike. Mijarê ji wan re vedikir, muzakereyan bi wan re dikir, girîngiya vê yekê bi wan dida xwiya kirin û hewl dida ku wan razî bike.

Bi israr beyan dikir ku Musulman bi vê rewşa xwe ya a niha nikarin ji Îslamê re xizmet bikin, heya ku ferd bimînin dê nikaribin li hember kufrê liberxwebidin, li hember nîzama tağûtî a bi teşkîlatbûnê bi hêzbûye, divê Musulman jî bi hevgirtî û yekîtî bibin teşkîlat û bibin Cema’et û ji bo vê yekê jî pêwistî bi avabûneke ciddî heye. Digel aliyên xwenda, îşaret dikir ku divê ‘alim û melayên herêmê jî di refên pêşî de ciyê xwe bigrin û hetta pêşîvaniya dozê bikin. Mudafe’e dikir ku tevgerên legal yên wê demê têne kirin ne li gorî metoda de’wetê a Resûlûllah ‘Eleyhîsselat û Wesselam in. Digot: Divê li gor modela Dar-ul Erkam avabûneke bi dizî û bi fe’eliyetên munasibê dema Mekkehê a Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam divê mirov dest bi kar bike. Hinek kesên ku bi Şehîd Rêber re li ser heman ramanî bûn hebûn. Van kesayetan di navbera xwe de dipeyivîn û muzakereyan dikirin û ji bo saziya Îslamî çi dikarin bikin xeberdidan. Di nava van kesan de yekîtiya ramanê hatibû bidestxistin lê belê bi tu awayî zemîneke ku dikaribin van ramanan têxin fe’eliyetê çênedibû. Dema van tiştan diqewimîn ji hawîrdorên xwe jî neqetiyabûn.

Ev rewş, gelek Şehîd Rêber ğemgîn û nerehet dikir. Heya wê demê bi gelek kesan re peyivîbû, mirovên ku bi wî re xwedî heman raman û hessasiyetî ne dîtibû lê belê mixabin digel vê nekarîbûn heya wê demê van ramanan bixin pratîkê. Lewra rast e potansiyeleke mezin a Musulmanan hebû lê belê kesên ku bi wî re di derbarê sazkirina saziyeke bi vî awayî ne di heman fikrî de bûn hebûn, hinek kes hebûn ku ji fe’eliyetên legal wirdetir nediçûn, hinek kes hebûn li mêrê zorê bûn û kesên ku sist bûn jî gelek bûn. Şehîd Rêber, heya ku pêkan be û dikaribe dixwest gelek mirovan îqna bike û heger pêkanbe wan di bin avahiyekê de bicivîne. Ev yek jî dem divête. Ji ber vê yekê hê pratîka Cema’etbûnê a ku Şehîd Rêber divête pêknehatibû. Lê belê êdî dema wê bû û dibê şeklekî safî bihata dayîn vê yekê û dest bikar bikirana.

Şehîd Rêber, di derbarê fikra çêkirina Cema’eteke Îslamî û birêxistina wê de dest bi avêtina gavên bidest tê girtin kir. Bi vê minasebetê lezê da ziyaretên qani’kirinê. Ji hawîrdorê xwe destpêkir û bi kesayetên Îslamî re peyivî û hewl da ku wan qan’i bike. Ev di heman demî de xebateke lêgerîn û tespîtê jî bû. Bi vê sedemê li navedan Batmanê û li dervê wê çû ziyareta gelek kesayetan. Çû ziyareta ‘alim, mela û Şêxên herêmê yên têne naskirin. Wê demê bi xortên Musulman yên ku li zanîngeha dixweynin re peyivî.  Wê demê bi kesên di bin siya MTTBê de bûn re peyivî. Bi hinekan re rasterast, bi hinekan re di civatê de, bi hinekan re li mala xwe, bi hinekan re li çayxana û bi hinekan re jî li gundê wan xeberda. Dida xuyakirin ku pêdiviya Musulmanan bi saziyeke rêxistî û bi Cema’eteke Îslamî heye, bi vê halê xwe yên ji hevketî têkoşîneke Îslamî li alîkî, nikarin xwe dahî biparêzin û ji ber mercên wê demê ne pêkane ku têkoşîneke legal bê dayîn. Di vê derbarê de guh dida ramanên wan, di heman demî de hewl dida ku wan qanî bike û wan dawetî tevgera bi hevûdin re dikir. 

Şehîd Rêber; bi kesayetên ku bi wan re dipeyivî û hewl dida ku wan qani’ bike re li ser van mijaran disekinî. Musulman ji hevketîne û ne bi awayekî rêxistîne. Divê ku Musulman ji vê rewşa jihevketî û bê rêxistî xilas bibin. Bê ku bi rêxistî tevbigerin û têkoşîn bikin ne pêkane ku ji doza Îslamê re xizmet bikin. Divê Musulman metoda Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam a dawetê ji xwe re mînak bigrin. Divê weke ku li Mekkehê tevgera veşartî ji xwe re kiriye bingeh, Musulman jî weke modela Dar-ul Erqamê tevgerîn û xebatên wek hicreyan bikin.

Di encamê de; di nava mirovên nêzî Şehîd Rêber de di vê derbarê de fikir û hizir safî bûn û dest bi diyarbûnê bûn. Ji xwe di vê îstîqametê de bingeha ramanî çêbibû û bi awayekî giştî ketibû rojeva Musulmanan. Hetta encama vê yekê Musulmanên li Batmanê, hê berî ku Cema’et bê damezrandin Komeleya MTTB a ku dewamî diçûnê û li wê derê hevdidîtin û ji xwe re kiribûn mekan girtibûn û tabelaya wê bi destê xwe daxistibûn. Yanî Komeleya MTTB a li Batmanê ne di encama îhtîlala 12 Îlonê de bi destê Musulmanên li wê derê hat daxistin û bi awayekî fi’lî hat girtin.

Di vê navberê de li Batmanê hilbijartinên sendîqeya Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyê (TPAO) ketibû rojevê. Aliyên çepgîr li hember Musulmanan bibûn yek, ji bo serkeftina di hilbijartinên sendîqeyê de bi tevî hêza xwe dixebitîn û wisa xwiya dikir ku dê bi serkevin. Aliyên Îslamî yên li Batmanê jî wek çepgîran hewl dabûn ku li hember wan bibin yek û bi namzetekî bi hêz derkevin pêşberî wan.  Di encama hevdîtin û muzakareyên nav xwe de biryar dabûn ku Şehîd Rêber ji bo vê yekê munasibtîrînê kesan e. Vê meselê pêre peyivîn û Şehîd Rêber jî vê yekê qebûl kir û bû namzet.

Vê mijarê, Ahmedê Mala Seyîd yê ku wê demê li TPAO yê dişxulî; di hevpeyvîna ku rojnama heftane “Doğru Haber”ê pê re kiriye de bi vî awayî qisset dike:

Rojnamevan: “Me’lûmê we ye di medyayê de di derbarê hilbijartinên Sendîkaya Petrol Îş a Batmanê a sala 1979î de ku hûn jî wê demê bi awayekî aktîf tê de bûn hinek îddîa hatin gotin.  Di vê derbarê de ji bo ku gelemperî di derbarê mijarê de bê ronîkirin û rastiya vê meselê diyar bibe em dixwazin heqîqeta wê ji we hînbikin.

Di serî de hûn kengî ketin Petrolên Tirkiyê û we çima pêdivî dît ku hûn bi awayekî aktîf destekê bidin namzetekî?


Ahmedê Mala Seyîd: Ez di sala 1975an de ketim Petrolên Tirkiye û bi awayekî tebî’î min xwe di vê sendîqayê de jî qeyd kir. Di statuya ‘Îşçî, sondor û dawî jî amirtiya sehayê de şixulîm û teqawîd bûm. Di pênc salê heya 1979an de min û kesên weke min xwedî hessasiyeta Îslamî dîtin ku kesên ne di baweriya “bê ku xwêdana karker zuha bibe divê heqqê wan bê dayîn” nikaribûn heqqê karkeran biparêzin. Di sendîqeyên wê demê de serfkirina aîdatên karkeran ne cî de, serifandina van aîdatan di tiştên kêfî û şexsî de û tiştên weke vana me gelek didîtin. Li ser vê yekê em weke karkerên xwedî hessasiyeta Îslamî civiyan û me li ser derxistina namzetekî; rast, rî’ayetê heq û hiqûqan dike û hesabê axîretê dike xeberda û me dawiyê biryarek da. 

G: Teklîfa namzetiyê we ji hemşeriyê xwe Huseyînê Mala Welî re bir an wî xweste bibe namzet?

A.S.: Teklîf bi temamî ji me bû, yanî karkerên hevalên me vê teklîfê lêkirin û wî jî –Rehma Xweda Lê be- teklîfa me qebûl kir û bi vî awayî bû namzet.

G: Çima ne yekî din we kî kir namzet?

A.S.: Yên ku wî nasdikirin zanîbûn ku ew di vê derbarê de yekî xwedî îstîdad bû. A herî girîng jî rastiya wî û xwedîbûna wî a ji bo hessasiyetên Îslamî bibû sedem ku kesên li dorê wî teqdîr bikin. Ji xwe di wê demê de pêdiviya me jî bi kesayetekî weke wî hebû û em li yekî wisa digeriyan. Ev ji bo me bû weke lutfekî.

G: Encamên hilbijartinê çibû?

A.S.: Di serî de rewşa me gelek baş bû û îhtîmalek mezin emê biserketana, navenda giştî a Sendîqa Petrol Îşê, kesên kar didan û hinek hêzên dî mudaxeleyê rewşê kirin û hilbijartinê texîr kirin. Pey ku hilbijartin hatin texîr kirin mîzên xirabû. Di tarîxa ku hatibû texîr kirin de me gelek rayan sitende lê dîsa jî me hilbijartinê winda kir.

G: Di vê navberê de weke ku di medyayê de cî girt tu hewlên Temek Cîngoz ji bo ku Huseyînê Mala Welî bibe namzet çêbûn an jî mudaxeleyeke wî a bi vî awayî çêbû?

A.S.: Bûyerên ku qewimîn, ji serî heya bi dawî weke ku min ji we re got bi wî awayî qewimîn. Heger weke ku hûn dibêjin mudaxeleya kesayetên bi vî awayî çêbûbe jî weke ku me behs jî kir mudaxele li hember me hatiye kirin û ji bo hilbijartin bên texîr kirin da ku pêşî li serkeftina me bê girtin hatiye kirin.  Ji bilî vê tespîtkirina namzetan an jî ji bo em biserkevin tu mudaxeleya van kesayetên tarî çênebûye. Namzatê weke ku min got me hevalên karker bi îstîşara di nav xwe de tespît kir. Vê yekê hevalê me yên wê demê li TPAO yê dişuxilîn baş dizanin.

G: Peyva we ya dawî çi ye?

A.S.: Ez dixwazim vê yekê bêjim, hinek tişt bi zanebûn û bi bername ji heqîqeta xwe tên dûrxistin. Minak; pey hilbijartinên sendîqayê min û rehmetiyê Huseyînê Mala Welî hev û din naskir û em bi hev re man. Min ligel wî ji bilî tirsa Xweda Te’ala û ğîret kirina xizmetekî ji Musulmanan re pê ve tu tiştekî nedî. Digel vê jî ez dibînim ku çi tên gotin, heqîqet ji eslê xwe çawa tên durxistin û ji bo ku Musulman bên reş kirin çawa ğîret tê kirin û ji ber vê yekê ez xemgîn dibim. Ez ji munafiqên ku neyartiya Îslamê û Musulmanan dikin re tiştekî nabêjim. Lewra ew halê tê de ne bi cezayî ji wan re bes e. Lê belê kesayetên ku Musulman tên zanîn jî dema ku baweriyê bi van tiştan tînin ev yek min ğemgîn dike. Digel her tiştî jî baweriya ku Xweda Te’ala her tiştî dibîne yekî rehet dike. Ez jî hewaleyî Xweda Te’ala dikim.

G: Ji bo ku we dema xwe ji me re musaît kir Xweda ji we razî be.

A.S.: Xweda ji we jî razîbe. (Rojnameya Doğru Haber, Hejmar 18, 01–07 Ağustos 2008)

 

'Emmar Eyyûbî-Bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar