Jiyana Sazkerê Cema’eta Hîzbûllah (Şehîd Huseyînê Mala Welî) 6

Şehîd Rêber û hevalên wî yên nêzî wî, pey ku ramanên xwe yên di derbarê Cema’etê de muşexxes kirin, yek ji karên wan yê yekem ev bû: Siyera Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam tetkîk kirin

Sazbûna Cema’etê

Şehîd Rêber û hevalên wî yên nêzî wî, pey ku ramanên xwe yên di derbarê Cema’etê de muşexxes kirin, yek ji karên wan yê yekem ev bû: Siyera Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam tetkîk kirin û ji bo li roja xwe tetbîq bikin şîrova wê kirin. Lewra Şehîd Rêber, digot: Divê li gor modela Dar-ul Erqam li gor ûsûla hicran û minasibê merheleyên ku Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam şopandiye fe’eliyet û tevger bên kirin. Ji bo vê yekê jî divê jiyana Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam rind bê tetkîk kirin û minak bê girtin. Van ramanên xwe bi ramana cema’etbûnê muşexxes dikir. Dîsa bawer dikir ku Cema’eta wê bê sazkirin, bi ûsûlên ku dewlet dikaribe bi hesanî bişopîne û kontrol bike wê bisernakeve û van ûsûlan ne li gorî metoda tevgerî a Îslamê ne.

Yek ji karên wan yê yekem jî ew bû ku; di wê demê de di nav ummetê de çi cema’et û rêxistinên Îslamî yên mehellî û li giştiyê ummetê hebin di derbarê wan de lêkolîn kirin. Dema dest bi vî karî kirin, digel bawerî û nêrîna xwe, dixwestin ku ji me’lûmatên tevger û hereketên din jî îstîfade bikin. Bi vê amancê, heya ji wan hat, di derbarê kom, hereket û cema’etên gihîştin de me’lûmatan civandin, van me’lûmatan gihandin hev, bi hev re nirxandin û ji wan deranînan kirin.

Ev xebat; feraseta wan berfireh kir, bû wesîle ku di gavên dê bavêjin de pêşiya xwe bibînin û di derbarê ramanên diparêzin de bawerî bixwe bînin. Di vê navberê de, bi pêşîvaniya Îmam Xumeynî Şoreşa Îslamî a Îranê çêbibû û ev şoreş bi awayekî cuda ji wan re bibû çavkaniya îlhamê. Lewra gelek çepgîrên ku bi wan re dipeyivîn digotin: “Awayê jiyanê a Îslamî li paş maye, awayê rêveberiyê û dewletê ne pêkane ku îroj bê tetbîq kirin. Lewra gelek li paş û kêm e, Îslam nikare bersiva pêdiviyên vê sedsalê bide.” Van kesan xortan jî di vê derbarê de dixapandin û bilêvdikirin ku Îslam ji pratîkê ziyade di teorîkê de maye û ji ber vê yekê ji bo xilasiya gelan tu tiştî pêşkêş nekiriye û nebûye çare.

Di salên 1978–1979an de pey jiyandina girseyeke bi vî awayî, Şehîd Rêber û hevalên wî yên pê re, ji bo ku di mijara sazkirina Cema’eteke Îslamî de gavê dawî bavêjin hereket kirin, civiyan û biryara sazkirina Cema’etê dan.

Dema sazkirinê, li ser mijarên baweriya Cema’etê, raman û prensîbên dê raxe holê bi awayekî girseyî dihat sekinandin. Tebî’etê Şêhîd Rêber a ku ji xeberdan û nivîsandinê pirtir li pey kirinê bû jî di vê yekê de bû tesîra bingehî û ev yek diyar e. Şehîd Rêber, hê ji serî ve li ser mijara nav nesekinî, derxistina nav û kesayetan ber bi pêş ve minasib nedî, tu nav li Cema’etê nekir, bi taybetî mefhûma Cema’etê derdixist ber bi pêş ve. 


Navê HÎZBÛLLAH, ne navekî wisabû ku dema sazkirina Cema’etê, Cema’et li xwe kiribû, pey ku fe’eliyetên Cema’etê ji alî gel ve bû mezherê teweccuheke mezin, ji alî gel ve ev nav li Cema’etê hat kirin, ji ber ku navekî xweş bû Cema’etê jî vî navî li ser xwe qebûl kir. Şehîd Rêber, di derbarê vê yekê de wisa gotiye: “Çi navekî xweşik li me kirine. ÎnşaAllah emê hewl bidin ku layiqî vî navî bin.” Û bi vî awayî beyan kiribû ku vî navî pejirandiye, lê xwedî derketiye û jê hez kiriye.

Dema fe’eliyetên Cema’etê a ku di rêbertiya Şehîd Rêber de hatibû sazkirin destpêkirin li herêmê û bi taybetî li Batman/Êlihê kesayetên ku bi ramanên tekfîriyetê derdiketin pêş jî hebûn. Van kesan fikrên wek; mizgeft mizgeftên dirar in, limêjên înê nab in, civak civaka cahiliyê ye, li pey îmaman li van mizgeftan limêj nabe, divê goştên ku di vê civaka cahiliyê de tên serjêkirin neyên xwarin, di daîrên dewletê de nabe ku bê şuxulandin hwd diparastin û yên ku van tiştan dikirin tekfîr dikirin. Di heman demî de van kesan xwedî hessasiyeta Îslamî bûn û hevalên Şehîd Rêber û der û dorê wî bûn. Şehîd Rêber, ji ber ku bawer dikir van kesan mirovên ji dil û ewle ne û ji ber ku ewleyî bi wan dianî, hêviya xwe a di derbarê van kesan de diparêst û hêvî dikir ku dê van kesan dev ji ramanên xwe yên tûnd û tekfîrî berdin û bên xetikeke mu’tedîl û ji bo vê yekê dixebitî, dem dida wan û têkiliyên xwe yên bi wan re qut nedikir. Lê belê ji ber ku van kesan di van fikrên xwe de înadê dikirin û ji ber ku Şehîd Rêber li hember fikr û cereyanên tekfîrî bû, di nav pêvajoyê de têkiliyên bi van kesan re hatin birîn.

Endamekî Cema’etê bi navê S.V. bi vî awayî qisse dike: “Şevekî, komeke ku bi tekfîriyeta xwe dihatin naskirin bûn mêvanê me. Heya serê sibê me li ser mijarên ‘eqîdê û ramanî munaqeşe kir. Di dema munaqeşeyan de min ferq kir ku ez bi qasî wan ne bi tesîr bûm û min vê yekê ji xwe re kêmasî dî. Pey re min ji Şehîd Rêber re tiştên wê şevê qewimîne qisset kir û min jê re got ez dixwazim di van mijaran de ‘ilmên xwe bipêşxim. Lê belê wî go îhtiyac nîne ji bo vê yeke. Û go: “Emê bi van munaqeşeyan dema xwe derbasnekin, emê bixebitin, ji bilî zirarê tu xêra van munaqeşeyan nîn e.” Pey re hinek ji wan hevalên ku me bi wan re munaqeşe kiribû rewşa Cema’etê a mûsîb teqdîr kirin û ketin nav sefê Cema’etê.”

Cema’eta Hîzbûllah; çi mehellî û çi ummetî be ne bi awayê dewam, şopîner û şaxa tu Cema’etî hatiye sazkirin. Bi temamî di nav mercên xwe de, bi îmkanên xwe û li gor fêr û ramanên xwe hatiye sazkirin. Avahiya Rejima Kemalîsta laîk, tevgera wan a li hember Îslamê û Musulmanan, rewşa gelê Musulman, mercên ku herêm tê de ne, bûne faktorên bingehî ji bo sazkirina Cema’etê.  

Sedemê bingehî a hebûna Cema’eta Hîzbûllah Rejima Kemalîst a laîk bûye û hê ji serî ve Şehîd Rêber û yên pê re, beyan dikirin ku çavkaniya ‘esil a fîtnê rejim bi xwe ye, çavkaniya qedexeyên li hember Îslam û Musulmanan, zulm û tezyîqatên rejimê, sîstem û qanûnên rejimê ne.

Ji ber vê yekê Cema’eta Hîzbûllah; ji bo mesûliyeta xwe ya Îslamî pêkbîne, li hember Rejima Kemalîst a laîk têkoşînê bide heye û ji bo hemî ‘unsurên fîtnê ji holê rake, sîstemeke Îslamî a ku ‘Esra Se’adetê ji xwe re mînak, Quran û Sunnetê jî ji xwe re esas qebûl dike damezrîne derketiye rê.

Terceme: ‘Emmar Eyyûbî/BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar