Karwana Hêvîyê ji 200 malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Bidlîsê bi alîkarîya xêrxwazan ji 200 malbatên ku feqîr û jar in û pêdivîya wan bi alîkarîyê heye re alîkarîya erzaq û xurekê kir.

Temsîlkarê Karwana Hêvîyê yê Bidlîsê Ugur Oleklî derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref komeleya wan ve hatiye kirin de daxuyanîyek belav kir.

Oleklî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew ê alîkarîyên wan berdewam bikin û dû re wiha got: “Di vê pêvajoya şoba Coronavîrusê de gelek kes bêkar man. Di vê pêvajoyê de me nêzî 200 malbatên ku bêkar mane tespît kir û ji wan re alîkarîya erzaq û xurekê kir. Xweda ji kesên xêrxwaz razî be. Em ê bi saxîya xêrxwazan alîkarîyên xwe bidomînin.”














İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e