Karwana Hêvîyê ji malbata Sûrîyeyî re alîkarî kir

Temsîlkarîya Farqînê ya Karwana Hêvîyê ji malbata Sûrîyeyî ya ku xanîyeke kavil de dijîya re alîkarî kir û mala wan nû kir.

Mehmet Îlayê Temsîlkarê Farqînê yê Karwana Hêvîyê derbarê mijarê de destnîşan kir, malbata ku ew ji wan re alîkarî kirine ji 7 nefsan pêk tê û ev malbat ji ber şerê navxweyî ji Heleba Sûrîyê koçî Farqînê kiriye.

Îlay di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir malbata muhacir û feqîr di encama xebata ku di meha Remezanê de hatiye kirin hatiye tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Cîranên wan hatin xeber dan me û em jî hatin mala malbata muhacir. Bi rastî jî şert û mercên ku ew tê de hewl didan bijîn pir xirab bûn. Di destpêkê de me ji wna re alîkarîya erzaq û xurekê kir. Dû re jî me biryar da ku ji wan re hinek eşyayên malê bistînin. Di vê pêvajoyê de me mal restore kir û cihên ku hilweşîya bûn ji nû ve ediland. Bi saxîya alîkarîyên xêrxwazan me ji malbatê re dolab, mekîna cilan û hinek eşyayên din stand û ji malbatê re teslîm kir. Xweda ji temamê xêrxwazên me razî bit."












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin