Karwana Hêvîyê ya Çewligê ji kesên ku di hezaza erdê de zirar dîtin re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Çewligê ji gundîyên ku li gundê Bîneklîya Dara Hênê ya Çewligê pêk hat de zirar dîtin re alîkarî kir.

Berî vê çendakî li gundê Bîneklîya navçeya Dara Hênê ya Çewligê hezaza erdê pêk hatibû û gundî zirar dîtibûn.

Piştî hezaza erdê ya ku pêk hat re Karwana Hêvîyê ya Çewligê çû serdana gundîyan û ji wan re alîkarîyên cûrbecûr kir.

Mihemed Refîq  Gonulê Alîkarê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Çewligê  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li gund hatin kirin de daxuyanîyek da.

Gonul di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew piştî hezaza erdê li gund alîkarîya xurek û erzaqê kirine û dû re wuha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber hezaza ku pêk hat 4 malbat di konan de dimînin. Kesên ku li rasta bobelatê hatin li benda alîkarîya rayedaran in. Xweda ji qeza û belayan muhafeze bike. Xweda ji wan re bibe alîkar û wanan ji bobelatên wisa muhafeze bike."

ÎLKHA
















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû