Karwana Hêvîyê ya Malatyayê di meha Remezanê de ji 445 malbatên feqîr re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Malatyayê ya ku bi xebatên alîkarîyê dilê feqîr û muxtac xweş dike û rûyê wan dikenîne di meha Remezanê de ji 445 malbatên feqîr re alîkarî kir.

Derbarê xebatên alîkarîyê yên ku hatine kirin de ji teref Temsîlkarê Karwana Hêvîyê yê Malatyayê Emîn Yildiz ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Yildiz di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bênavber berdewam bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meha Remezanê de ji alîyekî ve komîsyona me kesên muxtac tespît kir û ji alîyê din ve hewl hat dayîn alîkarîya ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn kirin ji bo kesên muxtac û feqîr bên belavkirin. Di meha Remezanê de di bûhaya 89 hezar û 650 TL alîkarî ji bo 445 malbatên feqîr hat kirin. Elbet ew ê ev alîkarîyên me berdewam bikin.Ji bo em karibin ji zêdetir malbatî re alîkarî bikin em li benda alîkarîya xêrxwazan in.Xweda ji temamê kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye razî be.”








































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû