Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji 318 malbatên feqîr re alîkarî kir

Endamê Lijneya Birêveberîya Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê Avdulwehab Bekîroglu destnîşan kir komeleya wan di meha hezîranê de ji 318 malbatên feqîr di bûhaya 19 hezar û 300 TLyî de alîkarî kirine.

Ji teref Endamê Lijneya Birêveberîya Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê Avdulwehab Bekîroglu ve raporta meha hezîranê ya xebatên alîkarîyê hat parvekirin.

Bekîroglu di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomînin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di bergeha xebatên ku berdewam dikin de ew alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn dayîn di meha hezîranê de ji kesên feqîr û jar re hat belavkirin. Di meha hezîranê de ji 318 malbatên feqîr di bûhaya 19 hezar û 300 TLyî de alîkarîyên mîna xurek, erzaq, cil û berg, firaxên malê, nan û hwd. hat kirin.”

Bekîroglu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ji bo karibin xebatên xwe yên alîkarîyê bidomînin li benda alîakrîya xêrxwazan in.

ÎLKHA








İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye