Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji 578 malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ya ku bi kirina alîkarîyên însanîtê nasîn di meha Remezanê de ji 578 malbatî re di bûhaya 60 hezar û 960 tl alîkarî kir.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê Fatîh Akman derbarê xebatên alîkarîyê  yên ku di meha Remezanê de hatin kirin de daxuyanîyek belav kir.

Akman di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ji ber Coronavîrusê gel di nav zor û zehmetîyê de ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Di meha Remezanê de ji 578 malbatî re di bûhaya 60 hezar û 960 TL alîkarîya erzaq, nan, goştê sor, cil û berg, naqdî, heywanên zindî hat kirin."

Akman di berdewama daxuyanîya xwe de ji kesên xêrxwaz re teşekkur kir û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: "Em ê xebatên xwe yên alîkarîyê piştî Remezanê jî bidomînin. Em di navbera kesên xêrxwaz û feqîr de pir in û em ê dîsa bibin hêvîya kesên muxtac û êtîm. Ez hêvî dikim ku Îda Remezanê bibe wesîleta rizgarîya mezlûman û têkçûna zaliman. Îda we pîroz be."

ÎLKHA












İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye