Karwana Hêvîyê ya Sêrtê di Leyletul Qedrê de alîkarî belav kir

Karwana Hêvîyê ya Sêrtê ya ku berîya meha Remezanê xebatên alîlarîyê dabû destpêkirin ji ber minasebeta Leyletul Qedrê ji bi sedan malbatên feqîr û jar re alîkarî belav kir.

Karwana ku bi dirûşmeya "Werin Em Ji Kesên Feqîr û Muxtac Re Bibin Hêvî" xebata alîkarîyê dabû destpêkirin, alîkarîya ku hatibû berhevkirin di Şeva Qedrê de belav kir.

Serokê Karwana Hêvîyê yê Sêrtê  Remezan Tokdemîr destnîşan kir ji bo rûyê êtîman bikene ew di vê şeva mibarek de alîkarîyan belav kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Di vê şevê de belavkirina alîkarîyan bi xêr û berekettir e. Me xwest ku em jî bi vê xêrê muşerref bibin. Xweda  ji xêrxwazên ku ji vê alîkarîyê re bûn wesîle razî be."










İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çemê Êlihê bû cihê serdana leglegan
Diyarbekir de 100 dönüm eraziya nene vêşaye
Banga berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî
Hemû tiştên ku qumar û fuhuş in divê werin qedexekirin
Divê welatên garantor tavilê mudaxele bikin