Kerwana Umudê ji ber minasebeta Qandîla Mewlidê alîkarîya xurek û cilan kir

Kerwana Umudê ya Diyarbekirê ji ber minasebeta Qandîla Mewlidê ji malbatên jar û feqîr re alîkarîya xurek, cil û bergan kir.

Derbarê mijarê de ji teref Serokê Kerwana Umudê ya Diyarbekirê Şahîn Elelçî ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Elelçî destnîşan kir ew ji ber minasebeta Qandîla Mewlidê ji kesên feqîr û jar û mixtac re alîkarî kirine.

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Kerwana Umudê ya ku li çar alîyên Tirkîyê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne ji bo hûrmeta Qandîla Mewlidê li Diyarbekirê ji kesên feqîr re alîkarî kir” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me bi saxîya xêrxwazên ku ji em re bûn alîkar ji wan malbatên ku berî niha ji teref me ve hatibûn tespîtkirin re alîkarîya cil û bergan û her wisa ya xurekê belav kir. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bikin.”

Bîrcan Karadenîza ku jê re alîkarî hat kirin ji ber alîkarîya ku hatiye kirin ji Kerwana Umudê û ji kesên xêrxwaz re teşekur kir.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne