Kerwana Umudê ji êtîm û feqîran re alîkarî belav kir

Ji teref Kerwana Umudê ya Midyadê ve ji kesên êtîm û feqîr re alîkarî hat belavkirin.

Dahata kermesa ku li Midyadê ji êtîm û feqîran hat tertîpkirin ji teref Kerwana Umudê ya Midyadê ve ji kesên êtîm û feqîr re alîkarî hat belavkirin.

Temsîlkarê Kerwana Umudê yê Midyadê Nureddîn Ayyildiz derbarê alîkarîyên ku hatine kirin de daxuyanî da.

Ayyildiz di daxuyanîya xwe ya ku da de ji kesên xêrxwaz re teşekkur kir û dû re derbarê mijarê de wiha axivî: “Me di meha mijdarê de ji bo kesên feqîr û jar kermeseke bi navê ‘ji mixtacan re bibe hêvî’ tertîp kir. Dahata vê kermesê me di nav 20 malbatan parve kir û me ji wan re kolîya erzaqê amade kir û gihand wanan. Em wek Kerwana Umudê ya Midyadê di navbera kesên feqîr û xêrxwazan de wek pirekî ne. Xweda ji temamê kesên ku keda wan û alîkarîya wan di vê kermesê de heye razî be.”

ÎLKHA




















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e