Kerwana Umudê ya Agirîyê rapora meha cotmehê bi raya giştî re parve kir

Kerwana Umudê ya Agirîyê destnîşan kir ew di meha cotmehê de ji 100 malbatên feqîr û jar re alîkarî kirine.

Kerwana Umudê ya Agirîyê rapora meha cotmehê bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporta ku hat weşandin ew di meha cotmehê de li Agirîyê ji 100 malbatên feqîr û jar re alîkarî kirine.

Debarê mijarê de ji teref Mehmet Daghanê Serokê Komîsyona Alîkarîyê yê Kerwana Umudê yê Agirîyê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Daghan di daxuyanîya ku da destnîşan kir ew xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomînin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji ber ku li pêşîya me zivistan heye me alîkarîya cil û bergan kir. Wek komele me li Agirîyê ji 30 malbatan re alîkarîya xurek û erzaqê, ji 40 malbatan re alîkarîya goştê sor, ji 15 malbatan re alîkarîya maddî kir. Buhaya alîkarîya ku me ji feqîr û jaran re kir 12 hezar tl ye.”

Daghan di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê xebatên wan yên alîkarîyê berdewam bikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn