Koça sîwîlên li Îdlîbê hêj berdewam dike

Li Îdlîba ku digel agirbesta ku hat îlankirin êrîşên rejîma Sûrîyê berdewam dikin kesên sîwîl hewl didin bajêr terk bikin û tên ber bi sînora Tirkîyê ve.

Koça sîwîlên li Îdlîbê hêj berdewam dike

Berî vê çend rojan bi bang û lihevkirina Rûsya û Tirkîyê li Îdlîbê agirbest hatibû îlankirin. Lê belê ev 2 roj e ku rejîma Sûrîyê êrîşî Îdlîbê dike. Ji ber êrîşên ku ev du roj in berdewam dikin nêzî 13 hezar kesên sîwîl koçî ber bi sînora Tirkîyê kirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hinek kesên sîwîl ên ku Îdlîbê terk dikin berê xwe didin wan herêmên ku li Sûrîyê di bin kontrola Tirkîyê de ne.

Heta niha ji ber êrîşan 350 hezar kesên sîwîl Îdlîbê terk kirin. Koçber di vê demsala zivistanê de di nav şert û mercên giran de hewl didin bijîn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Cizîrê germahiya herî zêde ya 55 salên dawî bi 49.4 pileyî hat jiyîn
Li Kelha Zêrzewanê Çalakiyek Çavdêriya Asîman Hat Lidarxistin
Tûgayên Qessam navenda fermandariyê ya îşxalê bombebaran kirin
Trump: Hamas nikare li Xezzeyê bimîne
Li Endonezyayê di mezinahîya 6,5an de erdhejek pêk hat