Komên berxwedanê yên li Filistînê ji bo 15ê Îlonê banga çalakîya girseyî kirin

Lîdertîya Yekbûyî ya Neteweyî ya ku komên berxwedanê yên li Filistînê jê re serokatîyê dikin ji bo ji asayîbûna bi rejîma îşxalê ya siyonîstan re bertek bê nîşandan banga çalakîya girseyî kir.

Komên berxwedanê yên li Filistînê doh êvarî damezrandina Lîdertîya Yekbûyî ya Neteweyî ya ji bo Berxwedana Gel a Filitînê ragihandin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji bo peymana îxanetê ya ku hatiye îmzekirin bê red û şermezarkirin banga çalakîya girseyî kir. Ew ê çalakî di 15ê Îlonê de bê lidarxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat xwestin ku 18ê Îlonê roja înê jî li her derî ala reş bê daleqandin û di xutbeyan de qala vê peymana îxanetê bê kirin.

Bahreyn û Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban ji bo asayîbûna bi siyonîstan re gav avêtibûn û dê mohra xwe li bin peymana îxanetê bixin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin