Lavrov: Mutabaqata Soçîyê bû wesîleya îstîqrara li Sûrîyê

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir " Mutabaqata Soçîyê bû wesîleya îstîqrara li Sûrîyê."

Lavrov di konferansa bi navê "Behra Spî: Gotûbêja Romayê" ya ku li Romaya paytexta Îtalyayê hat tertîpkirin de di bîran xist ku Tirkîye li Sûrîyê "Harekata Kanîya Aştîyê" li dar xistiye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Tirkîye mijara ewlehîyê gelek zêde anî zimên.Em ehemîyetê didin fikarên Tirkîyê yên di warê tesîskirin ewlehîyê de. Di meha cotmehê de di navbera Tirkîye û Rûsyayê de li Soçîyê mutabaqatek hat kirin. Mutabaqata Soçîyê bû wesîleya îstîqrara li Sûrîyê."

ÎLKHA

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne