Leşkerên Hindistana îşxalker li Keşmîrê êrîş birin li ser sîwîlan: Şehîdek û 2 birîndar

Di encamaêrîşa çekdarî ya leşkerênHindistana îşxalker de ji heman malbatê qîzikek şehîd bû û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku ji teref artêşa Pakistanê û rayedaran ve hatine dayîn, leşkerên Hindistanê êrîş birin li ser Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê de ye. Di encama êrîşa ku bi top û çekan hat kirin de qîzikeke 13 salî şehîd bû û dayik û lawê wê jî birîndar bûn.

Artêşa Pakistanê destnîşan kir ew ê "bi şikleke tesîrdar" bersiv bide êrîşa ku hatiye kirin.

Hindistan beşeke Keşmîrê îşxal kiriye û zilm û îşkenceyan li Mislimanên li wê derê dike û Mislimanan şehîd dike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne