Li 2 parêzgehên Îranê ji ber coronavîrusê têketin û derketin hatin qedexekirin

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 3 hezar û 200 kesan.

Piştî Çîn û Îtalyayê welatê ku coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan daye Îran e. Li Îranê heta îro 107 kes ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi 3513 kesan re jî vîrus hat tespîtkirin.

Hesen Rûhanîyê Serokomarê Îranê di daxuyanîya xwe ya ku belav kiribû de destnîşan kiribû ku coronavîrus li tevahîya Îranê belav bûye.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê ji bo zêdetir belavbûna coronavîrusê bê astengkirin têketin û derketina parêzgehên Mazenderan û Gîlanê hat qedexekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e