Li 3 bajarên Çînê 18 milyon kes ji ber vîrusa coronayê hatin dorpêçkirin

Li Çînê hewl tê dayîn da ku vîrusa coronayê zêdetir belav nebe. Tê diyarkirin xebat tê kirin li Wuhana ku tê îddîakirin vîrus jê belav bûye û li du bajarên cîranê wê têketin û derketin bên xistin bin kontrolê.

Derbarê vîrusa coronayê ya ku li Çînê belav dibe de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Navneteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê nexweş ketine derketiye 830î ku rewşa 177  kesan giran e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi wan re vîrus heye re temas kirine hatine xistin bin muşahedê ku hejmara van kesan 8 hezar û 420 kes e.

Tê diyarkirin li 3 bajarên Çînê 18 milyon kes ji ber vîrusa coronayê hatin dorpêçkirin û ji bo pêşîya belavbûna vîrusê bê girtin xebat bênavber berdewam dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne