Li Almanyayê di rojekê de bi 2 hezar û 958 kesan re corona vîrus hat tespîtkirin

Kesên pispor destnîşan dikin dibe ku li Almanyayê hejmara kesên ku bi corina vîrusê ketine zêdetir bibe.

Lothar Wielerê Serokê Enstîtuya Robert Koch derheqê geşedanên dawî yên corona vîrûsê yên li Almanyayê de daxuyanîyek da û balan kişand li ser rêjeya zêdebûna corona vîrusê.

Wieler di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir “Em hêj di asta destpêkê  ya şobê de ne” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ew ê hejmara kesên ku dê bi corona vîrusê bikevin zêde bibin, divê nexweşxanê ji bo vê yekê amadehîyan bikin.Heta niha 31 kes mirin, lê dibe ku ev hejmar zêde bibe. Lewra em hêj di asta destpêkê  ya şobê de ne.”

Serowezîra Almanyayê Angele Merkel di daxuyanîya ku berî niha belav kiribû de destnîşan kiribû “Ew ê li Almanyayê ji sedî 60 û 70yê însanan bi corona vîrusê bikevin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koşber neqanûnî hatin xelaskirin, 62 jî hatin qefaltin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn