Li Amerîkayê bi hezaran xwepêşandêr bi polêsan şer kirin

Ji ber ku li Mînneapolîsa bajara Amerîkayê kesekî reşik ji teref polêsan ve hat xeniqandin bi hezarana kes daketin kolanan û bi polêsan re şer kirin.

Doh li Amerîkayê polêsan yekî reşik xwestin ku binçav bikin, di dema binçavkirinê de destên kesê reşik hat kelepçekirin û li erdê hat dirêjkirin, lê belê ji ber ku polêsek çokê xwe danî li ser stûyê kesê reşik bêhna wî çikîya û mir.

Ji ber vê yekê li bajêr bi hezaran kes daketin kolanan û kuştina kesê reşik protesto kirin û bi polêsan re pev çûn.

Hat ragihandin derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 4 polêsên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebûn ji wezîfê hatin dûrxistin.

Serokê Şaredarîya Mînneapolîsê Jacob Frey derbarê kuştina kesê reşik de daxuyanîyek da û ji Amerîkayîyên ku eslê xwe Afrîkayî ne lêborîn xwest û got "Divê cezaya reşikbûna li Amerîkayê ne mirin be."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne