Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 1053 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 1053 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 190 hezar û 14 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 31 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 31 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 291 hezar û 776  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1053 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 190 hezar û 14  kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”