Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 1136 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 1136 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 188 hezar û 961 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 46 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 46 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 6 milyon û 259 hezar û 992  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1136 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 188 hezar û 961 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da