Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 1516 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 1516 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 169 hezar û 131 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 55  hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 55 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 5 milyon û 309 hezar û 622 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 1516 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 169 hezar û 131 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye