Li Amerîkayê di 24 seatên dawî de 943 kes ji ber Coronavîrusê mirin

Bi mirina 943 kesên din hejmara kesên ku li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin derket 180 hezar û 537 kesî.

Li Amerîkaya ku lê Coronavîrus her ku diçe tesîra xwe zêde dike di rojekê de zêdetirî 41 hezar kes bi coronavîrusê ketin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkînsê ve hatiye belavkirin; di rojeke dawî de li Amerîkayê bi zêdetirî 41 hezar kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 5 milyon û 842 hezar û 153  kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 943 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 180 hezar û 537 kesî.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Ramanli ji CHPê re bertek
Li Diyarbekirê li dijî PKK operasyon: 6 binçavî
Li Mêrdînê bi kêrê şer derket: 2 birîndar
Rejîma sîyonîst êrîşên li dijî Refahê didomîne