Li Amerîkayê hejmara mirîyan derket li ser 42 hezarî

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê her ku diçe tesîra xwe zêde dike.

Yek ji wan welatên ku Coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan dide Amerîka ye.

Li Amerîkayê ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe  di 24 seatên dawî de 1684 kesên din jî mirin û hejmara mirîyan derket  42 hezar û 374 kesan.

Li gorî daneyên dawî hejmara kesên ku bi  wan re Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 799 hezar û 619 kesan.

Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 65 hezar kesên din jî bimirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn