Li Brezîlyayê di rojekê 1280 kesên din ji ber Coronavîrê mirin

Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 1280 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 59 hezar û 594 kesî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta niha milyonek û 402 hezar û 41 kesî vîrus hat tespîtkirin.

Di warê zêdebûna hejmara pêketîyan de Brezîlya piştî Amerîkayê tê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Çinarê, otomobîlek li peyayekî qelibî û peya mir
Kesekî li Qosera Mêrdînê dema ku klîma saz dikir ji qata duyemîn ket xwarê û birîndar bû
Li Çewlikê konferansek bi navê "Hişmendiya Fetihê û Sê Mehên Pîroz" hate lidarxistin
Li Meletiyê qezaya pat patê: 3 birîndar
5 kes mirin û kesek jî birîndar bû