Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 2 milyon û 700 hezarî

Coronavîrus’a ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 2 milyon û 700 hezarî bi vîrusê ketin û  191 hezar û 187 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê 50 hezar û 372 kes mirin û bi 890 hezar û 27 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn