Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 7 milyon û 875 hezarî

Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 7 milyon û 875 hezarî kes bi vîrusê ketin û 432 hezar û 519 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Meksîka ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 142  hezar û 224 kesî re vîrus hat tespîtkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de dıgela vaşi de adiri ters da
Ji Nûneriya Çinarê ya Weqfa Sêwiyan ji bo 61 malbatên sêwî alikariya goştê sor
Li Cizîrê qeza: 2 birîndar
Aşûra hişmendiya berxwedanê ye
Li Dîyarbekirê wesayît teqle avêt