Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin bû hezar û 775 kesan

Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê destnîşan kir, hejmara kesên hatiye teşhîskirin bi wan re vîrus heye derketiye 71 hezar 326kesan û ji van rewşa zêdetirî 4 hezar û 821 kesan giran e.

Li gorî lêkolîneke ku li Çînê hat kirin coronavîrus heta 24 rojan dibe ku xwe bi însanên ku pê ketine nîşan nede.

Tê diyarkirin di rojên dawî de bi hezar û 933 kesên din re jî coronavîrus hatiye tespîtkirin.

Li tevahîya welêt hejmarê kesên ku ji ber şipheya coronavîrusê di bin çavdêrîyê de ne derket  li ser 158 hezar û 764 kesan.

Berî niha ji ber tehdîda coronavîrusê ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve rewşa acîl hatibû îlankirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne