Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 1368an

Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê destnîşan kir, hejmara kesên hatiye teşhîskirin bi wan re vîrus heye derketiye 59 hezar û 883 kesan û ji van rewşa zêdetirî 4 hezar û 821 kesan giran e.

Li gorî lêkolîneke ku li Çînê hat kirin coronavîrus heta 24 rojan dibe ku xwe bi însanên ku pê ketine nîşan nede.

Li parêzgeha Hubeya ku navenda coronavîrusê ye di 24 seatên dawî de bi 14 hezar û 840 kesan re coronavîrus hat tespîtkirin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li parêzgehê bi wan re coronavîrus hat tespîtkirin derket 48 hezar û 206 kesan.

Berî niha ji ber tehdîda coronavîrusê ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve rewşa acîl hatibû îlankirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn