Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 1500î

Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê destnîşan kir, hejmara kesên hatiye teşhîskirin bi wan re vîrus heye derketiye 65 hezar kesan û ji van rewşa zêdetirî 4 hezar û 821 kesan giran e.

Li gorî lêkolîneke ku li Çînê hat kirin coronavîrus heta 24 rojan dibe ku xwe bi însanên ku pê ketine nîşan nede.

Li parêzgeha Hubeya ku navenda coronavîrusê ye di 24 seatên dawî de bi 5 hezar û 90 kesan re coronavîrus hat tespîtkirin ku bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku li parêzgehê bi wan re coronavîrus hat tespîtkirin derket li ser 30 hezar kesan.

Berî niha ji ber tehdîda coronavîrusê ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve rewşa acîl hatibû îlankirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Behra Egeyê di mezinahîya 4.2yan de erdhej
Li Konyayê li heman taxê ji ber hezazê 15 hewtik çêbûn
Wezîr Yerlîkaya: Ew ê destûr neyê dayîn ku li Taksîmê xwepêşan bê lidarxistin
Îsmaîl Henîyye bi nevîyên Mandela re hevdîtin kir
Rejîma siyonist êrîş bir li ser zarok û pîrekan: 22 şehîd