Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 945 kesan

Hat ragihandin li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 2 hezar û 945 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di 24 seatên dawî de 31 kesên jî ji ber vîrusê mirin,  bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 2 hezar û 945 kesan.

Li Çînê hejmara kesên ku bi wan re coronavîrus hatiye tespîtkirin derket 80 hezar û 151 kesan ku jki van  rewşa  6 hezar û 806 kesan giran e.

Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê heta niha li 40 bajaran hat dîtin. Piştî Çînê welatê ku herî zêde ji coronavîrusê tesîrdar bû Îran e. Li Îranê heta niha 66  kes canê xwe ji dest dan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne