Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 172 kesan

Hat ragihandin li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 172 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di 24 seatên dawî de 11 kesên din jî ji ber vîrusê mirin,  bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 3 hezar û 172 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku di bin çavdêrîyê de ne daket 13 hezar û 701 kesan û heta niha 62 hezar kes û 793 kesên ku bi vîrusê ketin baş bûne û ji xestê hatine derxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne