Li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 99 kesan

Hat ragihandin li Çînê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê mirin derket 3 hezar û 99 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin  di 24 seatên dawî de 27 kesên jî ji ber vîrusê mirin,  bi van mirinên dawî hejmara kesên ku mirin derket 3 hezar û 99 kesan.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku di bin çavdêrîyê de ne daket 32 hezar û 500 kesan û heta niha 52 hezar kes û 45 kesên ku bi vîrusê ketin baş bûne û ji xestê hatine derxistin.

Tê diyarkirin hejmara kesên ku heta niha li Çînê bi vîrusê ketine derket 85 hezar û 270 kesan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn