Li Çînê ji ber koronavîrusê hejmara mirîyan derket 106an

Koronavîrûsa ku li Wuhana bajara Çînê derketibû holê û bi şikleke lez û bez li derdorê belav dibe her ku diçe tesîra xwe bi şikleke neyînî di nava civakê de nîşan dide.

Li gorî daneyên dawî yên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber koronavîrusê canê xwe ji dest dane zêde dibe. Tê diyarkirin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 106 kesan.

Derbarê mijarê de ji teref Komîsyona Tenduristîyê ya Neteweyî ya Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji ber vîrusê heta derketiye holê heta niha 106 kes canê xwe ji dest dan û 4 hezar û 515 kes bi koronavîrusê ketine ku rewşa 976 kesan giran e.

Çînê ji bo micadeleya li dijî koronavîrusa kujende ya ku bi lez li dinyayê belav dibe 1,63 milyar dolar veqetandibû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne