Li Diyarbekirê 37 kesên ku beşdarî mewlûdê bûn bi Coronavîrusê ketin

37 kesên ku beşdarî bernameya mewlûdê ya ku li Yenîşehîra Diyarbekirê hat tertîpkirin bûn bi Coronavîrusê ketin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Taxa Şehîtlîkê beranmeya mewlûdê hat tertîpkirin û gelek kes beşdarî vê bernamê bûn. Tê diyarkirin ji van kesên ku beşdarî bernamê bûn kesek berî niha bi Coronavîrusê ketîye û ew jî bûye sedem ku 36 kesên din bi Coronavîrusê bikevin.

Piştî mewlûda ku hat dayîn re kesekî ji ber êşa serê xwe, quxik, bêhalîyê serî li nexweşxanê da. Di encama testa ku hat kirin re pê re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Ji ber vê yekê rayedaran xebat dan destpêkirin û di encama xebatên ku hatin re bi 36 kesên din re jî Coronavîrusê hat tespîtkirin.

Kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin hatin rakirin nexweşxanê.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne