Li Diyarbekirê cade veguherî qada şer

Li navçeya Peyasê ya Amedê di navbera du koman de şerê çekdarî û bi dar û ço derket. Di bûyerê de ku wesayîtan jî zirar dît, birîndar rakirin nexweşxaneyê; gava midaxeleya tîmên polîsan têrê nekir, tîmên polîsên mudaxeleya bilez ji herêmê re hatin şandin.

Li Taxa Firatê ya navçeya navendî ya Peyasê (Kayapınar) ya Amedê, li nêzîkî Dibistana Seretayî ya Akşemsettinê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn şer derket.

Şerê ku piştî koman bi wesayîtan pêşiya hev birîn dest pê kir, di nîvê cadeyê de mezin bû.

Di şerê ku kevir û dar (ço) hatin bikaranîn de aliyan zirar dan wesayîtên ku aîdî hev bûn. Hat diyarkirin ku di bûyerê de ku jin jî tevlî bûn çek hatin bikaranîn û li wesayîtan zirara madî pêk hat.

Li ser xeberdanê tîmên polîsan ên ku gihîştin cihê bûyerê, ji bo aliyan ji hev veqetînin gaza rondikrêj bi kar anîn. Lê li ser mezinbûna şer midaxeleya tîman têrê nekir.

Li ser ku bûyer nehat bin kontrolê, tîmên polîsên çevîk kuwvet (tîmên mudaxeleya bilez) ji herêmê re hatin şandin.

Di şer de ji her du koman jî birîndar çêbûn. Tîmên Tenduristiya Lezgîn (112) ên ku gihîştin cihê bûyerê, piştî ku midaxeleya pêşîn li birîndaran kirin, ew sewqî nexweşxaneyên cuda kirin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

3 kesî bîyî birîndarî
Yek jê giran 2 birîndar
Ji Meteorolojiyê ji bo Diyarbekirê hişyariya barana xurt
Li Amedê ji esnafên galericiyan bertek nîşanî şaredariyê da
Li Dîyarbekirê di encama şewata wesayîtkê de du kes birîndar bûn