Li Amedê ji esnafên galericiyan bertek nîşanî şaredariyê da
Esnafên ku li Sîteya Galeriçiyên Otomobîlan a Amedê çalakiyê dikin, îdia kirin ku qada kesk a li dora mizgeftê ji aliyê şaredariyê ve tê xwestin ku ji sektora taybet re bê firotin û bertek nîşanî Şaredariya Rezan dan.
Esnafên sîteyê yên ku diyar kirin qada kesk a li dora mizgefta ku li Sîteya Galeriçiyên Otomobîlan a Amedê ye, ji ber çop, herî û dagirkirina wesayîtan di rewşeke ku nayê bikaranîn de ye, anîn ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku tên jiyîn gelek caran serî li Şaredariya Baglarê dane lê encam negirtine.
Esnafên ku îdia kirin qada parkê ya li dora mizgeftê tê xwestin ku ji kesên din re bê dayîn an jî bi erzeke cuda re bê guherandin, destnîşan kirin ku qada mijara gotinê aîdî giştî (kamuyê) ye û divê ji bo bikaranîna gel vekirî bê hiştin.
Esnafan daxwaz kirin ku di rewşa ku şaredarî sererastkirina hawîrdorê neke de, ew dixwazin bi derfetên xwe xebatê bikin lê belê di vê mijarê de jî astengî li pêşiya wan neyê danîn.
"Me 20 donim qada kesk hîbeyî şaredariyê kir"

Halim Turgut
Serokê Koperatîfa Sîteya Galeriçiyên Otomobîlan a Amedê (S.S.) Halîm Turgut diyar kir ku wekî rêveberiya sîteyê bi armanca avakirina qada kesk 20 donim erd hîbeyî şaredariyê kirine û got ku piştî pêvajoya çêkirina mizgeftê di mijara sererastkirina hawîrdorê de pirsgirêk jiyane.
Turgut anî ziman ku rayedarên şaredariyê soza kirina xebatên paqijkirin û sererastkirinê dane wan lê ev soz nehatine bicihanîn û wiha got: "Me ji sîteya xwe wekî qada kesk 20 donim hîbe şaredariyê kir. Nêzîkî 15 salan e em tên û diçin vir. Gelek sal berê me got mizgefta me tune ye, bila cîh ji me re bê dayîn lê cîh nedan. Di xala ku hatiye de, 2 sal berê me li vir cîh dît û bi hewldana xwe mizgeft da çêkirin. Niha li dora mizgeftê ji ber sergoyê (çopê), bêserûberiyê û dagirkirina wesayîtan nayê derbasbûn. 2 sal in kêlekên peyarêyan (sekiyan) nehatine çêkirin û hundirê wê vala hatiye hiştin. Em ji şaredariyê re dibêjin, 'Werin van peyarêyan çêkin.' Ji me re dibêjin, 'Hefteyek şûnde em tên.' lê soza xwe nayînin cîh. Roja înê ya borî ez çûm şaredariyê. Hevserok, serokê daîreyê û rêveberê îmarê li wir bûn. Ji min re gotin, 'Heta roja înê em tên, em ê wê derê paqij bikin.' Min jî got ku heke hûn wê rojê neyên em ê gilî (şikayet) we bikin. Bi hezaran mirov tên mizgeftê û sîteyê. Li vir ji ber çopan û wesayîtan nayê derbasbûn. Em dibêjin li vir xwedîderketinê bikin, sererastkirina hawîrdorê bikin. Em dibêjin şerm e. Heke hûn nakin wê demê derewan li me nekin. Şaredarî erka xwe pêk nayîne."
"Dixwazin li kêleka mizgeftê dikanan çêkin"
Turgut îdia kir ku qada kesk a li dora mizgeftê tê xwestin ku ji kesên din re bê dayîn û destnîşan kir ku qada mijara gotinê wekî park hatiye veqetandin û wiha axivî:
"Nêzîkî 2 salan e sed caran em tên û diçin ber deriyê wan. Dibêjin, 'Em ê bikin.' lê nakin. Ez bi eşkereyî dibêjim, derewan dikin. Li çopên li derdorê, li wesayîtan binêrin. Li cîhê ku aîdî mizgeftê ye salek e konteyner heye. Me gilî kir, dibêjin, 'Sibê em tên û radikin.' Sibê dibe lê ranakin. Ev qas jî derew nayê kirin. Ez li wan naqelînim (li wan nayê). Roja înê ya borî ez çûm şaredariyê. Serok bixwe got, 'Ez ê bixwe bêm û rakim' lê dîsa nehat rakirin. Belge hene ku nîşan didin cîhên ku bi awayekî fermî aîdî mizgeftê ne, tê xwestin ku ji kesên din re bên firotin. Tê xwestin ku li kêleka mizgeftê dikan bên çêkirin. Dora mizgeftê wekî park derbas dibe. Hûn dibêjin em ê vê parkê bifiroşin û cîh biguherînin û dikanan çêkin. Ji Xwedê bitirsin! Me ev rewş ji Walîtiyê, Qeymeqamtiyê û Midûriyeta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê re jî ragihand."
"Hewşa mizgeftê di nava herî û çopê de ye"

Fevzi Tokat
Esnaf Fevzî Tokat jî diyar kir ku bingeha mizgeftê di sala 2022yan de hatiye avêtin, lê tevî dema ku derbas bûye jî sererastkirina hewş û hawîrdorê nehatiye temamkirin.
Tokat ku anî ziman dîwarên hewşa mizgeftê nehatine lêkirin û derdora wê vekirî hatiye hiştin, wiha axivî: "Di sala 2022yan de, pêşî bi alîkariya Xwedê û paşê jî bi piştgiriya Serokê Şaredariya Baglarê me bingeha vê mizgeftê avêt. Ji wê rojê ve hewşa vê mizgeftê vekirî hatiye hiştin û dîwarên wê nehatine lêkirin. Em ji wan re dibêjin, 'Werin nexşerê, krokiya vir û dîwarê hawîrdorê çêbikin.' lê kes nayê. Vir di nava qirêjî û heriyê de hatiye hiştin. Em ji wan re dibêjin, 'Piştgiriyê bidin me, sînor ji me re xêz bikin. Ger hewce be ji aliyê madî ve em ê bi xwe jî bikin.' Tevî ku em vê dibêjin jî vê jî nakin. Xwesteka me ji wan ev e ku qirêjiyên di nava hewşê de bên rakirin, ji heriya di hewşê de çareyek bê dîtin û sererastkirina hawîrdorê bê kirin. Hêviyên me ji şaredariyê ev in, em tiştekî din naxwazin."
"Ev park malê millet e, nayê dayîn ji şexsan re"

Cevat Bekirhan
Esnafê sîteya galeriçiyan Cevat Bekîrhan jî diyar kir ku bi hinceta guherandina cureyê (cins değişikliği) qada parkê tê xwestin ku bi erzeke din re bê guherandin (trampa/takas kirin) û anî ziman ku di vê mijarê de gelek caran daxwazname dane şaredariyê.
Bekîrhan ê ku îdia kir erda heyî wekî qada parkê tê bikaranîn lê tê xwestin ku ji kesên din re bê dayîn, wiha axivî: "Me daxwaznameyên xwe yên daxwazê nivîsandin û dan Şaredariya Baglarê. Niha erda heyî ya li vir wekî cîhê hesinên kevn (hurdalık) û parkê tê bikaranîn. Lê bi hinceta guherandina cureyê hewl didin ku parkê bi erseke erzan biguherînin. Erda ku em niha li serê ne qada parkê ye. Lê Şaredariya Baglarê dixwaze baxçeyê mizgeftê bifiroşe. Em wekî esnafên galeriçiyan li hemberî vê yekê ne. Gelek caran em çûn Şaredariya Baglarê. Li Şaredariya Baglarê ji serok bigire heta rêveberan daxwaznameyên me yên nivîskî hene. Em dibêjin, 'Birêz rayedar, werin dest bavêjin vê derê.' Esnafên li vir gelek caran daxwazên xwe gihandin Şaredariya Baglarê. Hûn nikarin werin û parkê bidin şexsan. Ev mirov ne bêxwedî ne. Ev park ne milkê we yê taybet e, parka millet e, malê giştî (kamu malı) ye. Em dixwazin ev malê giştî bê xebitandin. Dema em tên nimêjên înê ji ber heriyê em neçar dimînin ku pêlavên xwe biguherînin.
Banga me wekî esnafên li vir û cemaata mizgeftê ev e; em dixwazin dest bavêjin vê derê. Ger daxwazên me neyên bicihanîn bila astengiyê li pêşiya me nekin. Hêza me heye ku em vê tengasiyê ji holê rakin. Em wekî esnaf dixwazin hawîrdor û lênêrîna mizgeft û parka xwe bikin, nebin asteng. Li şûna ku bibin piştgir bila nebin asteng. Armanca sereke ya ku erda li vir nadin me ev e ku ev der ji aliyê fîrmayeke înşaetê ve bê dagirkirin û wekî şantiyeyê bê bikaranîn. Şaredariya Baglarê dixwaze vê erdê bide fîrmayeke înşaetê û bi erzeke avî (sulak arazi) ya ku aîdî wan e biguherîne. Ger Şaredariya Baglarê parka me nede me, em wekî esnafên galeriçiyan dê serî li rêyên hiqûqî bidin. Xwesteka me ev e ku malê gel bidin gel."
"Hewl didin malê mizgeftê bifiroşin"

Ömer Turgut
Esnafê bi navê Omer Turgut jî îdia kir ku qada ku tê gotin aîdî mizgeftê ye tê xwestin ku bê firotin û parêzgeriya wê yekê kir ku şaredarî ji pirsgirêkan re çareseriyê hilnaberîne.
Omer Turgut ku anî ziman derdora mizgeftê di bin dagirkeriyê de ye û welatiyên ku tên qadê ji ber heriyê mexdûriyetê dijîn, wiha got: "Hewl didin malê mizgeftê bifiroşin. Em wekî esnafên galeriçiyan li hemberî vê yekê ne. Şaredarî daxwazên me çareser nake. Ji malê mizgeftê re pêşkeş tê kişandin. Pêyê her kesê ku tê vir di nava heriyê de dimîne."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.