Li Dîyarbekirê di encama şewata wesayîtkê de du kes birîndar bûn
Li navçeya Kayapinar a Dîyarbekirê, di dema tevgerê de agir bi wesayîtekê ket û 2 kes birîndar bûn. Hewldanên vemirandina agir ji ber rijandina LPGê asteng bûn û rê ji trafîkê re hat girtin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer derdora saet 09:00an de li ser Bûlwara Laleş a navçeya Kayapinarê, li nêzîkî çarrêya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl qewimî. Wesayîta bi plaqeya 34 KJ 6479 ji ber sedemek hêj ne diyar li nîvê kolanê şewitî.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê sewqî herêmê hatin kirin. Du kesên ku di şewatê de birîndar bûn bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl re hatin rakirin û niha tên dermankirin.
Her çiqas ekîbên îtfaîyeyê hewl didin agir vemirînin jî, hate hînbûn ku ji ber rijandina LPGê di wesayîtê de agir hîn bi tevahî nehatiye kontrolkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.