Ji Meteorolojiyê ji bo Diyarbekirê hişyariya barana xurt
Midûriyeta Herêma 15an a Meteorolojiyê ku ji sibê ji saetên sibehê pê ve ji bo Amed û Êlihê hişyariya barana xurt da, diyar kir ku divê li hemberî neyîniyên ku dikarin çêbibin tedbîr bên girtin.
Midûriyeta Herêma 15an a Meteorolojiyê pêşbîniyên hewayê yên ji bo sibê parve kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Midûriyeta Herêma 15an a Meteorolojiyê ve hat dayîn de hat gotin: "Li gorî nirxandinên dawî; tê payîn ku baranên xurt ên ku ji sibê ji saetên sibehê pê ve li herêma me bên dîtin, li bakurê rojhilatê Amedê û bakurê Êlihê bi awayekî herêmî xurt bin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de cih hate dayîn van gotinan: "Divê li hemberî neyîniyên wekî lehiyê, rabûna avê, bayê xurt û têkçûnên di veguhestinê de ku baranên xurt dikarin bibin sedema wan, mirov hişyar û bi tedbîr be."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.