Li Diyarbekirê di avahîyekê de şewat derket: 30 kes hatin rizgarkirin

Li navçeya Rezana Diyarbekirê di 6emîn qeta avahîyekê de ji ber sedemeke ku nayê zanîn şewat derket.30 kesên ku ji şewatê tesîrdarbûn hatin rakirin nexweşxanê.

Bûyer li taxa Bagcilara  Rezan di avahîyeke 8 qetî de pêk hat.

Şewata ku sedema wê ya derketinê hêj nayê zanîn û di qeta 6emîn de derket di demeke kurt mezin bû û qeta li ser xwe da ber xwe.

30 kesên ku ji ber şewatê di qeta 6emîn û 7emîn a avahîyê de mahsûr man di encama xebatên tefandin û rizgarkirinê de hatin xelaskirin û dû re hatin rakirin nexweşxanê.

Şênîyên avahîyê êrîş birin li ser rojnamegerên ku hatibûn cihê bûyerê û heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA






















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 bajaran de semedê vevri ra mektebî amê tatîl kerdene
Licê de semedê variti ra çay deşti
Çavgirtina ji hilweşîna exlaqî re di ​​bin navê azadiyê de bêmesulî ye
Şehîdê Quranê Nesîm Demîrtaş li ser gora xwe hat bîranîn
Me nerînên xwe yên derbarê raporê de ji Serokkomar Erdogan re ragihandin