Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer derdora saet 09:00an de li ser Bûlwara Laleş a navçeya Kayapinarê, li nêzîkî çarrêya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl qewimî. Wesayîta bi plaqeya 34 KJ 6479 ji ber sedemek hêj ne diyar li nîvê kolanê şewitî.
Piştî xeberdayînê, gelek ekîbên tenduristiyê û îtfaîyeyê sewqî herêmê hatin kirin. Du kesên ku di şewatê de birîndar bûn bi ambûlansê ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl re hatin rakirin û niha tên dermankirin.
Her çiqas ekîbên îtfaîyeyê hewl didin agir vemirînin jî, hate hînbûn ku ji ber rijandina LPGê di wesayîtê de agir hîn bi tevahî nehatiye kontrolkirin. (ÎLKHA)