Li Diyarbekirê di operasyona PKKê de 23 kes hatin tewqîfkirin

Ji 45 kesên ku serokên şaredarîya HDPê jî di nav de bûn û di encama operasyona ku hatibûn lidarxistin de hatibûn binçavkirin 23 kes hatin tewqîfkirin.

Îna borî di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komare ya Diyarbekirê ve hatibû destpêkirin de li hember PKKê operasyon hatibûn lidarxistin û di encama operasyonên ku hatibûn lidarxistin de 45 kesên ku di nav wan de serokên şaredarîyên HDP jî hebûn hatibûn binçavkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji 29 kesên ku îri hatin derxistin mehkemê tevde 23 kes hatin tewqîfkirin ku di nav wan de Seroka Şaredarîya Farqînê  Naşîde Topraka ku ji wezîfê hatibûn dûrxistin jî heye.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye