Li Diyarbekirê gundê ku lê hezar û 750 kes dijîya hat xistin karantînayê

Ji ber ku li Gundê Gozelîya girêdayê Kayapinara Diyarbekirê bi 40 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin temamê gund hat xistin karantînayê.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesekî ku li navenda Diyarbekirê dijîya roja îdê ji bo îda dê û bavê xwe pîroz bike çû gundê Gozelîyê û bi Coronavîrusê ket.

Ji ber vê yekê li gund ji teref ekîbên fîlyasyonê ve xebat hat destpêkirin û di encama xebatên ku hatin kirin de li gundê ku lê hezar û 750 kes dijîya bi 40 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin û ji teref Lijneya Umumî Hifzissihha ya Kayapinarê ve temamê gund hat xistin karantînayê.

Ji ber karantînayê têketin û derketina gund hat qedexekirin.




İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye