Li Diyarbekirê pevçûna çekdarî: 6 mirî 14 birîndar

Li Farqîna Diyarbekirê di navbera 3 malbatan de pevçûna çekdarî pêk hat, di encama pevçûna çekdarî de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Farqîna Diyarbekirê di navbera 3 malbatan de pevçûna çekdarî pêk hat, di encama pevçûna çekdarî de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Reşika gundê Farqînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera malbatên bi paşnavê Poyraz û Tekîn de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nîqaş derket.  Gulşen Tekîna ku bi bûkanî çûbû mala malbata Poyraz çû mala bavê xwe. Malbata Poyraz jî xwest ku bûka xwe bînin mala xwe  û ji bo vê yekê çûn mala Tekîn. Di dema ku her du malbat hatin miqabilî hev pevçûna çekdarî derket.

Tê diyarkirin malbata bi paşnave Narîn jî dema ku kir ku biçe alîkarîya malbata Tekîn di navbera wan de ma. Di encama pevçûna ku derket de Azîz Narîn (22), Gokhan Narîn (20), Edîp Ograş (22), Halîse Narîn û 2 kesên ku navê wan hêj nehatiye hînbûn jiyana xwe ji dest dan û Cevat Narîn (67), Mevlut Narîn (56), Burak Narîn (27), Munevver Narîn (59), Cevat Narîn (18), Tegmen Yapici (41), Felak Narîn (29) û 7 kesên ku navê wan nehatiye hînbûn jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mala îxtîyaran de bi kêrê êrîş: 2 mirî, 1 birîndar
Li Diyarbekirê 173 kîlo esrar hat bidestxistin
Li xwepêşandanên Xezzêyê di zanîngehên Amerîkayê de heya niha herî kêm 2 hezar kes hatin binçavkirin
Di jenosîda li Xezzeyê de 34 hezar û 622 kes şehîd bûn
Li Rihayê piştî limêja înê ji bo Saklananê şehîdê Qudsê daxuyanî hat xwendin