Li Diyarbekirê pevçûna çekdarî: 6 mirî 14 birîndar

Li Farqîna Diyarbekirê di navbera 3 malbatan de pevçûna çekdarî pêk hat, di encama pevçûna çekdarî de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li Farqîna Diyarbekirê di navbera 3 malbatan de pevçûna çekdarî pêk hat, di encama pevçûna çekdarî de 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Bûyer li Reşika gundê Farqînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera malbatên bi paşnavê Poyraz û Tekîn de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn nîqaş derket. Gulşen Tekîna ku bi bûkanî çûbû mala malbata Poyraz çû mala bavê xwe. Malbata Poyraz jî xwest ku bûka xwe bînin mala xwe  û ji bo vê yekê çûn mala Tekîn. Di dema ku her du malbat hatin miqabilî hev pevçûna çekdarî derket.

Tê diyarkirin malbata bi paşnave Narîn jî dema ku kir ku biçe alîkarîya malbata Tekîn di navbera wan de ma. Di encama pevçûna ku derket de Azîz Narîn (22), Gokhan Narîn (20), Edîp Ograş (22), Halîse Narîn û 2 kesên ku navê wan hêj nehatiye hînbûn jiyana xwe ji dest dan û Cevat Narîn (67), Mevlut Narîn (56), Burak Narîn (27), Munevver Narîn (59), Cevat Narîn (18), Tegmen Yapici (41), Felak Narîn (29) û 7 kesên ku navê wan nehatiye hînbûn jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin