Li Diyarbekirê pevçûna çekdarî: Kesek mir 6 kes birîndar bûn

Di encama pevçûna çekdarî ya ku li navçeya Çinara Diyarbekirê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 2 jê giran tevde 6 kes birîndar bûn.

Pevçûn li gundê Celikaya Çinarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di navbera 2 malbatên ku husumet di nav wan de hebû de piştî şewata ku di erdên çandinîyê de derket minaqeşe dest pê kir û minaqeşe piştî demekê bû pevçûn.

Di encama pevçûna ku tê de çek jî hatin bikaranîn de kesekî bi navê M.K. canê xwe ji dest dan û 2 jê tevde 6 kes jî birîndar bûn.

Kesên di pevçûnê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û têketin û derketina gund hat qedexekirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne