Li Diyarbekirê qezaya trafîkê: 2 mirî 8 birîndar

Li Diyarbekirê di encama lihevqelibîna du wesayîtan de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin li ser Rêbeja Diyarbekir-Bîngolê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Qeza li ser Rêbeja Diyarbekir-Bîngolê li nêzî mewqîya Gundê Çaytepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîlê bi plaqeya 12 AAD 687 ji paşve li wesayîta bi plaqeya 21 AZ 322 qelibî. Piştî vê qezaya ku pêk hat re wesayîta bi plaqeya 35 AD 412 jî li wesayîtên ku qeza kiribûn qeza kirin qelibî.

Di encama qezayên ku pêk hatin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansê hatin rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin